1. bi îngilîzî, seborrheic dermatitis |
|
16.03.2021 13:37 |
merwano
|
2. bi werihandina çermê rûyê mirov, carina mirov dibeecîne. ev 10 sal in bi min re jî heye. ev 2 sal in ku krema protopic bi kar tînim. tê de tacrolimus ku îmmunsupresîf e û forma wê ya oral, piştî neqla organan, ji bo pêşîlêgirtina redda organan tê bikaranîn. ez heftîyê an jî 10 rojan carekê bi kar tînim û eger bi karim bi rêk û pêk bi kar bînim, pêşî li problemên di rûyê min de, digire. ez bawer im dîrekt jî tê firotin lê eger jê re rapor were derxistin, erzantir e. teqez pêşnîyar dikim. wek kremên bi kortîzon, zararek wê ya berbiçav jî tune. |
|
16.03.2021 21:32 ~21:33 |
simurg56
|
3. Nexweşiya ku lehnet lê be çawa çareseriyeke wê bi temamî tune fêhm nakim. Ev belkî 4-5 mehe jê xelas3 nabim. Havînî ketoral û betnovate bi hev re bi kar anî feyde nekir, çûm dextor loprox nivîsand dîsa feyde nekir. Herî dawî Min çû vichy dercos kirî ku her kes wesfê wê dida, bi heviyên mezin min bi kar anî, rûna (nizanim ev peyv çiqasî ji bo wê tê bi kar anîn) wê jê dibir lê xwarindina wê berdewam dike. |
|
18.01.2023 18:19 ~2023.02.16 13:32 |
merwano
|
4. nexweşîyeka çermî ye ko di glandên (nizanim kurmancîya vê peyvê) sebase de tê. navê wê jî ji wir tê. ji 14 salîyê xwe ve bi min re heye û ji bo wê momecon û ketoralê bi kar tînim. mixabin ev dermanane hew dema tu bi kar tînî kêr tên, dema tu ji wan biqerî di du heftîyan de rewşa te dibe wek berê. glandên sebase li ser laşê mirovan di nav çermê por, binçeng û rûvê de hene loma ev nexweşîye dişê li her sê cîyan jî hebe lê ya min hew li porî ye xwedê kirî. |
|
04.02.2024 21:19 |
keyomerd
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |